Hêzên leşkerî yên Îranî sivikatî bi welatiyên Kurd dikin

rejîma Îranê sivikatî bi kurdan dike
کوردستان TV
100%

 

Hêzên leşkerî yên rejîma Îranê li Kirmaşanê li welaityên Kurd didin.

Li gor zaniyariyên berdest, dohê û îro hêzên leşkerî yên rejîma Îranê li Kirmaşan û devera Ezgele di dema dabeş kirina hevkariyan de, sivikatî bi welatiyên Kurd yên ku bûne qurbania erdhejê dikin.

Li gor zaniyariyan, hêzên leşkerî yên Îranê di dema dabeş kirina hevkariyên ku ji aliyê xelkê din ve bo devera Kirmaşanê hatibûn şandin, xwestine dest deyinin ser wan hevkariyan û rê nedane ku ev hevkarî bigehêjin destê welatiyên Kurd.

Hêzên leşkerî yên Îranê bo ku dest deynin ser wan hevkariyan êrêşî ser welatiyên Kurd yên ku bibûn qurbaniya erdhejê kirine ku li bendê bûn hevkariyên han li ser wan werin dabeşkirin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.