Sipaha Pasdaran dest li ser alîkariyên xwebexş de digre

rejîma îranê dest danî ser hevkariyên xelkê
کوردستان TV
100%

 

 

Erdhema parêzgeha Kirmaşanê ku bû sedem 550 kes jiyana xwe ji dest bidin û zêdetirî 9 hezar kesan jî birîndar bûn, mexdûrên erdhejê dibêjin sipaha pasdaran dest li ser alîkariyên xwebexş de digre.

Di girte videoya ku torên civakî de belav bû, hemwelatiyek xelkê gundê Bizmarawa ya ser bi bajarê Ezgile ya Kirmaşanê behsa bê derfetiyê û nebûna hêz û beşên hewarhatinê yên hikûmetê dikin û dibêje: ‘’Tişta k di çapemeniya hikûmeta Îranê tê behs kirin ku sipaha pasdaran û artêş alîkariya xelkê dikin, ne raste. Li vê derê tenê xelkê xwebexş alîkarî ji xelkê mexdûr re dikin û hêzên ewlehiyê li rawestgehan dest datînin ser alîkariyên ku ji xelkê re tên û kes nizane ka armanca wan bi vê pêkanînê çiye?’’

Herwaha got: ‘’Ti pêdiviyek germkirinê tineye û xelk li gel kesûkarên xwe winda kirine û mirine û mexdûr bûne, nebûna cîh û tiştên germkirinê û xwarin, bûye sedem ku em rastî belayek din jî bên.’’

Derbarê bêxemiya saziyên hikûmeta Îranê de bi dehan girte video hene û xelk belav dike, ku hemû jî behsa kêmbûn û nebûna derman û betenî û tiştên xwarin û çadir û cilûbergên germ bo jin û zarok û cîhê hewandina zarokan û pîr an.

https://youtu.be/2nLFbBH6o0c

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.