Şehram Nazerî: Kurd hemû cureyên mirinê tam kirin

hunermendekî Kurd dibêje Kurd her cure mirinek cerbandiye
کوردستان TV
100%

 

Li Tehranê ji bo nasandina berhema nû ya hunermendê bi nav û deng ê kurd Şehram Nazerî, ku bi navê ‘Aşiq kî ye' derket, merasîmek bi rêve çû. Nazerî di axaftina xwe de bal kişand ser erdheja li Kirmaşanê.

Hat ragihandin ku li bajarê Tehranê yê paytexta Îranê ji bo nasandina berhema nû ya hunermendê navdar ê kurd Şehram Nazerî, ku bi navê ‘Aşiq kî ye' derçû, rêûresmek hat lidarxistin.

Merasîm bi rêzgirtina ji bo qurbaniyên erdheja li Kirmaşanê dest pê kir. Şehram Nazerî di dema merasîmê de axivî û ev tişt gotin, "Bi rastî zor dijwar e ku ez div ê rojê de bipeyivim. Ji ber ku em hemû şîna qurbaniyên erdheja Kirmaşanê digirin. Ez bi bihîstina erdheja Kirmaşanê gelekî dilgiran bûm. Ew kurd şêr in û dest ji çanda xwe bernedane. Hemû xelkê Îranê baş û ezîz in lê em hemû baş dizanin ku kurd gelekî can feda ne."

Nazerî di berdewam axaftina xwe de ev tişt anîn, "Kurd hemû cûreyên mirinê tam kirin. Wekî bombebarana kimyayî û niha jî erdhej. Bi taybetî ev herêm (Kirmaşan) xizan û hejar in. Niha jî ev bela bi ser wan de hat."

Hunermendê kurd di axaftina xwe de daxwaz kir ku divê her kes rêzê li hemberî malbatên qurbaniyan bigirin.

Çand û Huner

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.