Şahoz Hesen: Lazime Amerîka li Sûriyayê bimîne

PYD daxwaza mayîna hêzên Amerîkî li Sûriyayê dike
کوردستان TV
100%

 

Hevserokê PYDê dibêje heta çareseriyeke mayende tê dîtin lazime Amerîka bimîne.

Hevserokê PYDê Şahoz Hesen ji ajansa Retersê re gotiye ku ew weke PYDê piştgîrî didin mayîna hêzên Amerîkayê li Sûriyayê.

Şahoz Hesen herwiha diyar kiriye lazime hêzên hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê yaku bi Serokatiya Amerîkayê li Sûriyayê şerê dijî DIŞIê dikirin, bo demeke din li Sûriyayê bimînin jiber ku hîn jî qirîza Sûriyayê nehatiye çareserkirin.

Hesen diyar kiriye ku ji bilî çareser nekirina qirîza Sûriyayê, hîn jî hijmarek tevgerên radîkal û çekdar li Sûriyayê hene ku dibin sedema dom kirina şerê li Sûriyayê.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.