Serokkomarê Zimbabwe hate girtin

leşkeran Serokkomar binçav kir
کوردستان TV
100%

 

Artêşê derbeya eskerî kir û îdareya welat girte destê xwe.

Li Zimbabwe ya li başûrê rojhilata Efrîqa, artêşê derbeya leşkerî kir û ragihand ku bi awayekî demkî kontrola welêt bi dest xistiye.

Kolonel Sibusiso Moyo, îro çarşemê ji kanala dewletê re ragihand ku ew ne derbeyeke leşkerî ye. Moyo got ku armanca wan çareserkirina kêşeyên siyasî, civakî û aborî û girtina sûcdarên li dora Serokomar Mugabe ye’’

Moyo diyar kir ku Serokkomar Robert Mugabe, ku 93 salî ye, li cîhekî ewle ye û bi qasî ew karê xwe biqedînin ewê jiyana li Zimbabwe wek berê bidome. Moyo, ku li ser navê artêşê axifî, bang li hemî hêzên ewlekariyê kir ku bi leşkeran re hevkariyê bikin.

Mugabe li Zimbabwe ji 1987’an vir li desthilatê ye û ew demek e rojeva siyasî ya wî welatî ser dîyarkirina serokê nû bû.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.