Birêveberê Kanala Telegramî a Urmiye Deng hate binçavkirin

rejîma Îranê çalakvanekî din yên Kurd binçav kir
کوردستان TV
100%

 

Birêveberê Kanala Telegramî a “Urmiye Deng” hate binçavkirin.

Kanala Telegram ya bi navê binkeya nûçeyan a “Urmiye Deng” hate daxistin, û birêveberê vê jî ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hatiye binçavkirin.

Li gora nûçeya gihîştî bi “Ajansa Kurdpa”yê, birêveberê kanala Telegram a binkeya nûçeyan a bi navê “Urmiye Deng” yê bi navê “Selahedîn Rencber” temen 24 sal hatiye binçavkirin, û kanala Telegrama wî jî hatiye daxsitin, Kanala Telegram a binkeya nûçeyan a “Urmiye Deng” di vê derheqê de nivîsiye ku: Ev kanala bi sebeba belavkirina nûçeyên “tawanbaran” hatiye daxstin.

Kanala Telegram a binkeya nûçeyan a “Urmiye Deng” gellek endam hebûn, û nûçeyên siyasî, çandî û civakî ên wî bajarî belav dikirin, û îzna karkirinê jî ji aliyê Wezareta Çand û Rewşenbîriyê ve jê re hatibû dan.

Heyanî dema belavbûna vê nûçeyê, birêveberê kanala binkeya nûçeyan a “Urmiye Deng” binçavkirî ye, û herwiha kanala wê jî daxsitiye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.