Psporên serbixwe yên NYyê bertek nîşanî Tirkiyeyê dan
Pênc psyorên serbixwe yên Usûlên Taybet ên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî (NY) bertek nîşanî biryarên girtina parêzer û mafparêzan û sûcdarkirina wan a ji ber “terorê” dan.
Komeke pisporên Neteweyên Yekgirtî sûcdariya mafparêzan a bi “terorê” şermezar kirin.
Psporan bibîr xist ku Serokê Şaxê Tirkiyeyê yê Rêxistina Efûyê Taner Kiliç, 14 parêzerên ji Buroya Hiqûqê ya Gel, mafparêz û karsaz Osman Kavala û di 5ê Tîrmehê de 10 mafparêzên li Buyukadayê hatine desteserkirin û diyar kirin ku “Em ji rayedarên Tirkiyeyî daxwaz dikin ku hemû mafparêz û parêzerên di çarçoveya van lêpirsînan de girtî ne serbest bimînin û sûcdarkirinên ‘terorê’ yên li hemberî wan tên kirin divê bi dawî bên”.
Psporan gotin, ew endîşeyê ji wî tiştî dikin ku çalakvan di dema girtîtiyê de rastî muameleyên xirab û yên li dijî mirovahiyê bên û ji ber ku di 25ê Çiriya Pêşiyê de 8 mafparêz serbest mane ew kêfxweş bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin