Lavrov: Me ti sozek nedaye Amerîka anjî aliyeke din

Rûsya dibêje me soz nedaye ti aliyekî
کوردستان TV
100%

 

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovî got ku soz nedaye ti kesan ku hêzên Îran piştgiriya wan dike dê ji Sûriyeyê vekişin. Lavrovî diyar kir ku hebûna Îranê li Sûriyeyê meşrû ye.

Li ser pirsyara bê gelo lihevkirinek pêk hatiye ku hêzên Îran piştgiriya wan dike dê ji Sûriyeyê vekişin an na, Lavrovî got, "(Di civînên me yên li gel DYAyê) me behsa Îranê yan jî hêzên Îran piştgiriya wan dike nekiriye."

Wezîrê rûsî di berdewamiya axiftina xwe de wiha got: "Eger em behsa wan hêsan bikin ên ku Îran piştgiriya wan dike, hinek hene ku dixwazin Artêşa Sûriyeyê jî wek hêzek e ku Îran piştgiriya wê dike bidin nasîn. Wê çaxê Artêşa Sûriyeyê çi bike, teslîm bibe? Li gorî min, dilxweşkirineke bêbingeh e".

Lavrovî destnîşan kir ku rêkeftina ku "di navbera DYA û Urdunê de pêk hatiye li ser wan hêzên ne sûrî yên li herêmên kêmkirina rageşiyê yên li başûrê rojavayê Sûriyeyê ne ku ji wir bên derxistin."

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.