7 welatî li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest dan

li Başûrê Kurdistanê 7 welatî canê xwe ji dest dan
کوردستان TV
100%

 

Di encama erdheja dohê de 68 welatiyên din jî birîndar bûne.

Piştî erdheja dohê bi şev yaku bi tundiya 7.3 pile li ser pîwana rikhter Başûrê Helebcey û piraniya bajar  û bajarokên Kurdistanê hejand, li gor amarên fermî 7 welatî canê xwe ji dest dane.

Herwiha li gor daxuyaniyên fermî 68 welatiyên din jî birîndar bûne ku 30 ji wan li bajarê Derbendîxanê bûne û piştî derman kirinê vegeriyane malên xwe. Her li Derbendîxanê zêdetir ji 10 avahiyên curbicur jî hatine hilweşandin.

Herwiha li Helebceyê jî di encama ketina kabloya elektirîkê zarokekî 12 salan jî canê xwe ji dest daye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.