Hesen Nesrulah hin aliyên veşartî yên Îran û Hizbulahê aşkera dike.
Serokê giştî yê milîsên Hizbulaha Libnanê Hesen Nesrulah derbarê peyvendiyên li gel Îranê hin tiştên giring ên veşartî aşkere kir.
Nesrulah di gotarekî de ku di kongreya Hizbulah de pêşkêş kiriye dibêje ku ew şefaf in û peyvendiyên xwe yên li gel Îranê jî aşkere dikin.
Hesen Nesrulah ragihand, Îran bûdce, mûçe, xwarin û xwarina çekdaran û endamên Hizbulah dabîn dike, herwiha dervey wan jî çek û mûşek ji Tehranê ve bo Hizbulahê rêdike.
Nesrullah got: Em azadin alîkariyan ji Îranê werbigrin û di ev babet ti kesekê peyvendîdar nake.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin