Macron ji Nêçîrvan Barzanî re nameya piştgiriyê şand

Serokê Franseyê spasiya Serokatiya Kurdistanê dike
کوردستان TV
100%

 

Îro Pênşemî 9ê Mijdara 2017ê nameyek ji Serokê Fransayê gihîşt Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron nameyek ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand û têde tekezî li ser piştgiriya xwe bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro Konsulê Giştî yê Fransa yê li Hewlêrê Dominic Mas serdana Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kiriye û nameyeke Serokê Fransa Emmanuel Macron gihandiye wî.

Di vê nameyê de “Serok Macron pesnê rola Serok Mesûd Barzanî dide û rola cenabê wî di posta Serokatiya Herêma Kurdistanê û avakirina iraqa nû de bi dîrokî bi nav dike û dinirxîne, herwiha tekezî li ser rêz û pêzanînên xwe bo rola taybetî ya Serok Barzanî di têkoşîna li dijî DIŞIê de dike, ku di bin fermandeyiya cenabê wî de pêşmerge beşdariyeke yekalîkir hebû.”

Li gorî daxuyaniyê, “Serok Macron di beşeke nameya xwe de tekezî li ser wê yekê dike, ku ew şerê ku wan bi hev re li dijî terorê encam da, bûye sedema xurtkirina wê dostatiya kûr û dêrîn a ku Fransa û gelê Kurdistanê bi hev re girê dide û dibêje: Welatê me herdem hewl daye di çarçoveya Destûra Iraqê de îtiraf bi tevahiya mafên gelê Kurd were kirin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha di daxuyaniya xwe de dibêje: “Serok Macron herwiha nivîsandiye; Ji bo bihêzkirina pêwendiyên me û bo garantiya îstiqrara Herêma Kurdistanê, ez hêvîdarim ku em bi şêweyeke xurt li ser karkirina li gel hikûmeta we berdewam bin, çimku ew îstiqrar ji bo Iraqê û Rojhilata Navîn faktorekî giring e.”

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.