Senatorê Amerîkî John McCain di axaftinekî xwe de dibêje, Îran nakokiyên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê kûr dike.
Senatorê Amerîkî John McCain di civîna Senatoya Amerîka de behsa rola Îranê li Iraqê kir û ragihand, Îran dixwaze nakokiyên navbra Hewlêr û Bexdayê kûr bike û bi vî rengî hejmoniya xwe li Iraqê zêdetir bike.
John McCain her wiha got, Îran vê yekê bi rêya fermandeyê hêza Quds ya pasdaran Qasim Suleymanî dike.
McCain daxwaz ji Amerîka kir pêşiya xirabkariyên Îranê li Iraq û Rojhilata Navîn bigire.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin