Amerîka jiber pir çek kirina hosiyan Îran şermezar dike

amerîka daxwaza lêkolînê ji NY dike
کوردستان TV
100%

 

 

Amerîka daxwaza lêkolîn kirinê ji NY dike.

Koşka Spî ya Amerîkayê derbarê pirçek kirina çekdarên Hosî yên li Yemenê ji aliyê rejîma Îranê ve bi tundî rejîma Îranê şermezar kir û diyar kir ku ew kiriyarên Îranê dibin sedema têk birina rewşa siyasî û ewlekariyê ya li deverê de.

Amerîka herwiha daxwaz ji NY û civata ewlekariya NY kiriye daku derbarê pirçek kirina çekdarên hosî ji aliyê rejîma Îranê ve lêkolîneke berfire pêk bîne.

Koşka Spî di daxuyaniya xwe de tekez li ser piştgîriya Amerîkayê ya bo Siûdiyeyê li hember her cure metirsiyekê kiriye û aniye ziman ku fikarên Siûdiyeyê  yên li hember pirçek kirina hosiyan ji aliyê Îranê ve fikarên rastin û em jî dilgiranin û lazime pêşiya hewldanên Îranê were girtin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.