Lavrov: Rayedarên Tirkiyeyê direwand

Lavrov dibêje kongre nehatiye paşxistin.
کوردستان TV
100%

Li gel ku Berdevkê Serokkomariya Tirkiyeyê Îbrahim Kalin gotibû ku Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê hatiye bipaşdexistin jî, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovî diyar kir ku Kongreya ku Rûsyayê pê hewl dide hemû aliyên li Sûriyeyê bîne ba hev nehatiye bipaşdexistin.

Lavrov civîneke çapemeniyê li dar xist û li ser pirsyara bê gelo kongreya ku navê wê yê fermî "Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê" ye, hatiye bipaşdexistin an na, wiha got, "niha amadekariyên kongreyê tên kirin. Ti kesî ew bi paş de nexistiye. Ji xwe tarîxa wê bi awayekî fermî nehatiye ragihandin."

Hêjayî gotinê ye ku ev daxuyaniya Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey lavrov bi rojekê piştî daxuyaniya Berdevkê Serokkomariya Tirkiyeyê Ibrahim Kalin tê ku ragihandibû:" Rûsyayê Kongreya Gelê Sûriyeyê ku wê grûbên kurd jî biçûna bi paş xist. Li gorî agahiyên Moskowayê ji me re gotiye civîn hatiye bipaşxistin û ji bo civînê wê bangî PYDê nekin."

Ji aliyê din ve, Lavrovî destnîşan kir ku welatên garantorên civînên Astanayê, Rûsya, Tirkiye û Îran hewl didin ku li ser parametrerên birêxistin, tarîx û rojeva vê kongreyê li hev bikin.
Lavrovî diyar kir ku Rûsya li gel van jî, li gel Hikûmeta Sûriyeyê û dijberên hundr û derve re jî civînan bi rê ve dibe.

Rayedarên rûs ragihandibû ku wan ji gelek komên Sûriyeyê ku PYDê jî di nav wan de vexwendine kongreyê û herwiha PYDê ragihandibû ku dê beşdarî kongreyê bibin.
Sputnîk
 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.