Trump li Koreya Başûr peyamek ji Pyongyangê re şand

Serokê Amerîka Donald Trump di gera Asya de piştî Japonya derbasî Koreya Başûr bû.
کوردستان TV
100%

Trump û xanima yekê Melania Trump bi firoka Air Force One, serê sibê li bingeha esmanî ya Osso ya Seulê peya bûn.

Trump û Serokê Koreya Başûr Moon Jae-in bi helîkopterê çûn Bingeha Camp Humphreys ya Amerîka û li wir bi leşkeran re li xwarinê rûniştin.
Her du Serokan piştî kombûnê preskonferanseke hevpar li dar xist. Serok Trump ser kêşeya Koreya Bakur dîyar kir ku ger pêwîst be Amerîka dê hemî rêkên leşkerî bikar bîne.
Trump da zanîn ku hevalbendîya bi Koreya Başûr re ji hemî demên berê girîngtir e.
Trump bi berdewamî dîyar kir ku ew di çareserkirina wê kêşeyê de pir pêşde diçin û bang li Pyongyangê kir kul i maseyê rûnê û peymanekê bike.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.