DIŞIê êrîşî ser televîzyona fermî ya Efxanistanê kir

Li Efxanistanê DIŞIê êrîşî tvya fermî kir
کوردستان TV
100%

 

Di encama êrîşê de çend kes hatine kuştin û çend kesên din jî birîndar bûne.

Îro terorîstên DIŞIê li Efxanistanê êrîşî ser navenda televîzyona fermî ya vê welatî kiirn û di encam de herî kêm 2 kes hatin kuştin û herî kêm 20 kesên din jî birîndar bûn.

Jêderên ewlekarî diyar kirine ku êrîş îro danê sibê bi teqandina xwekujekî destpê kiriye û pişt re jî terorîstên din dest bi reşandina goleyan kirine.

Ji aliyeke din ve jî jêderên ewlekarî yên Efxanistanê diyar kirine ku ew karîne ew terorîstên ku ketibûn nava televîzyonê bikujin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.