Serokwezîrê Îsraîlê dibêje em rê nadin Îran li nêzî sînorên Îsraîlê baregehên leşkerî ava bike.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser pêgeha xwe ya li Twitterê peyamek nivîsiye û hişdariyeke tund daye rejîma Îranê.
Netanyahu di twitta xwe de nivîsandiye; Em weke Îsraîl bi ti awayî rê nadin ku rejîma Îranê li nêzî sînorên Îsraîlê di nava axa Sûriyayê de bingeh û baregehên leşkerî ava bike.
Derbarê dev jikar berdana Serokwezîrê Libnanê de jî Netanyahu nivîsandiye ku; Dev ji kar berdana Herîrî zingila metirsiyê ye bo cîhanê û lazime cîhan pêşî ji hejmûna Îranê bigre.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin