Hikûmet û civata parêzgehan civiyan

behsa rewşa karmendan hate kirin
کوردستان TV
100%

 

Hikûmeta Kurdistanê û civata parêzgehan behsa rewşa karmendan kir.

Îro civata wezîran ya Kurdistanê bi beşdariya Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serok û endamên civatên parêzgehên Kurdistanê civiya.

Di civîna han de ku berpirsên îdarî yên deverên derveya îdareya Kurdistanê jî amadebûn, behsa rola parêzgar, Serok û endamên civata parêzgehan di warê îdarî û cîhbicîh kirina karûbarên rojane yên xelkê de hatine nirxandin.

Her di civîna han de hate gotin ku yek dengî û yekrêziya navbera parêzgaran, civata parêzgaran û dezgehên fermî yên hikûmetê de rêya yekane ya derbas kirina rewşa niha ya Kurdistanê ye.

Her di heman civînê de hate diyar kirin ku mebesta hikûmeta Bexdayê ji wan êrîşên ku bo ser Kurdistanê tên kirin diyare û Bexda dixwaze pêgeha destûrî ya Kurdistanê ji nav bibe. Lazime ku bi ti awayî rê neyê dayîn ku biryar û helwestên Bexdayê bandorê li ser rewşa parêzgehên Kurdistanê bikin û rewşa heyî aloztir bikin.

Di berdewamiya civîna han de rewşa karmendên hikûmetê û çawetiya dabîn kirina mûçeyan wan karmendan jî hate giftûgokirin.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.