Li ser ala rengîn Kurdekî din hat şehîd kirin

li ser ala Kurdistanê welatiyekî din şehîd bû
کوردستان TV
100%

 

Li Xaneqînê çekdarên heşda şebî jiber ala Kurdistanê welatiyekî Kurd şehîd kirin.

Jêderek ji Xaneqînê diyar kir ku di xwepêşandanên roja 19ê meha derbasbûyî de yaku li dijî kiriyarên heşda şebî yên bo şewtandina ala Kurdistanê hatibûn organîzekirin, çekdarên heşda şebî gole li ser xwepîşanderan reşandibû.

Heman jêder anî ziman ku di encama ev gole reşandinê de du ciwanên Kurd birîndar bibûn û piştî 18 rojan ji birîndarbûnê, îro yek ji wan ciwanan Husên Ehmed Ezî Deluyî şehîd bû.

Weke tê zanîn ku di roja 19ê meha derbasbûyî de jî welatiyeke din yê Kurd yê bi navê Mihemed Nûrî bi destê çekdarên heşda şebî hatibû şehîdkirin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.