Bexda dixwaze karmendên Kur ceza bike

Bexda berdewame li ser dijatî kirina gelê Kurdistanê
کوردستان TV
100%

 

Hikûmeta Îraqê hewl bo vê yekê dide ku karmendên Kurd ceza bike.

Hikûmeta Bexdayê dest bi amadekarî bo ceza kirina wan karmendên Kurd yên ku beşdariya referanduma serxwebûnê kirine kiriye.

Di vê derbarê de parlementerekî Îraqê yê ser bi lîsteya dewleta qanûnê ya bi Serokatiya Malikî, bi navê  Kamil Zêdî diyar kiriye ku hikûmet nameyek ji tevahiya wezaret û fermangehên hikûmetê re şandiye.

Kamil Zêdî herwiha diyar kir ku di nava nameya han de, hikûmeta daxwaz kiriye lîsteya navên wan karmendên Kurd yên ku beşdariya referanduma serxwebûnê kirine amade bikin.

Zêdî eşkere kiriye ku mebest ji amade kirina lîsteya navên wan kesan ewe daku hikûmet ew karmendên han ceza bike.

Nav  hatî balkêşande ser vê yekê ku di vê çarçoveyê de komîteya ku lazime wan karan bike raporta xwe amade kiriye vê di wan rojan de ew raporta han pêşkêşî parlementoyê were kirin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.