Çekdarên heşda şebî taxên Kerkûkê dabeş dikin

hijmareke çekdarên şîe şandine Kerkûkê
کوردستان TV
100%

 

Hijmareke gelek zêde ji çekdarên şîe hatine Kerkûkê.

Serokê civata parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî diyar kir ku çekdarên şîe ji bilî bi ereb kirina bajarê Kerkûkê hevdem hewl bo sepandina îdeolojiya şîatî li ser şêniyên vê bajarê didin.

Rêbwar Talebanî herwiha diyar kir ku çekdarên heşda şebî tevahiya hewlên xwe li dijî welatiyên Kurd yên li Kerkûkê bi tevger kirine û taxên Kurdî yên Kerkûkê di navbera xwe de dabeş kirine.

Talebanî di beşeke din ji axaftinên xwe de anî ziman ku niha gelek çekdarên din yên heşda şebî bo Kerkûkê hatine veguhestin û ew jî dixwazên demografiya vê bajarê bi guherin û şîniyên vê jî bikin şîe.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.