Li Kerkûkê herî kêm 19 çekdar hatine bêbandor kirin

li Kerkûkê çend çekdarên heşda şebî hatin kuştin
کوردستان TV
100%

 

Di encama du teqînan de herî kêm 19 çekdarên heşda şebî hatin kuştin û birîndarkirin.

Îro li bajarê Kerkûkê yaku ji aliyê çekdarên heşda şebî ve hatiye dagîrkirin, du teqîn li pey hev pêk hatin.

Li gor jêderên li Kerkûkê di encama wan du teqînan de herî kêm 6 çekdar hatine kuştin û 13 çekdarên din jî birîndar bûne û birîna gelek ji wan jî gelek xedare.

Jêderên herêmî herwiha diyar kirin li devera ku teqîn têde pêk hatine gelek gole jî li ser xelkê medenî hatine reşandin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.