Hat diyarkirin ku leşkerên Sûriye yên ku kontrola parêzgeha Dêra Zorê kirin, ku beriya çend rojan ji DIŞIê hatibû standin, wesayiteke bi madeyên kîmyewî barkirî dîtin.
Li gorî ragihandina peyamnêrê Sputnikê li parêzgeha Dêra Zorê ya ku ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve ji destê DIŞIê hat girtin, depoyekî mezin ê çekan û wesayiteke bombebarkirî hat dîtin.
Hat diyarkirin kul i ser teqemeniyekê madeyeke kîmyewî ya ku tenê dikare li laboratûvaran were bikaranîn, hat dîtin û di depoya çekan de jî hinek tifingên otomatîkên Amerîkayî, çeka nîşanger, berçavkên şevê û navgînên hewayî yên bêmirov hatin dîtin.
DIŞIê di sala 2014an de beşeke mezin a axa bajarê Dêra Zorê û bîrên petrolê yên li wê herêmê bi dest xistibû û di destpêka sala 2015an de jî zêdetirî nîvê navenda bajêr kontrol kiribû.
Artêşa Sûriyeyê bi piştevaniya hewayî ya Rûsyayê kontrola DIŞIê ya li vir têkşikand û îniya borî ragihand ku tevahiya bajêr kontrol kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin