Hikûmeta Siûdiyeyê 11 mîr û 38 wezîrên berê binçav kir.
Zincire hotêlên Ritz karlton dibêje piştî raportên ku gotibûn hotêl tê bikaranîn di operasyoneka girtina mîr û berpirsên berê yên hikûmetê de emê rewşa heyî û ev gotinên han binirxînin.
Peyvdara Hotêlê Sarah Walker-Kerr îro Yekşemê şîrovekirina tiştên li hotêlê dibin red kir .
Hêlên telefonên hotêlê ji sibeha Yekşemê ve hatine qutkirin.
Berpirsekî ewlekariyê, demekê berê ji ajansa Associated Press re gotibû ew kesana li hotêlên 5 stêr ên seranserî Riyad hatine girtin wek beşek ji helmeta paqijkirina gendeliyê.
Mîrê milyonêr el-Welîd bin Telal, di nav kesên girtî de ye û beşên weberhênana kompaniya wî bi rêjeya 10 ji sedî di bazara Erebistana Saudî de daketin.
Daketina beşên kompaniya bin Telal di bazara beşan a Tedawil de, tê piştî ku wê qezencên xwe yên çarîka sêyem a salê sibeha Yekşemê ragihand.
Kompaniyê got wê 66 milyon dolar qezenc kirine li beramber jidestdana 92 milyon dolar di heman çarîkê de sala borî.
Mîr el-Welîd yek ji kesayetiyên herî maldar e li Rojhilata Navîn, li gel weberhênana di Twitter, Apple, lyft û hin navên din ên mezinên bazarê de.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin