Dadgeha Tirkiyê 10 sal ceza li parlamantera HDPê birî

operasiyonên dijî parlementerên Kurd didomin
کوردستان TV
100%

 

 

Rûniştina doza Parlamantera  HDPê ya Colemêrgê Selma Irmak li 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. Desteya dadgehê 10 sal cezayê girtinê li Irmak birî. Ji aliyê din ve, HDP xwe amade dike, ji bo serokatiya parlamentoya Tirkiyê Selma Irmak weke berbijêr destnîşan bike.

Rûniştina doza parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan HDPê ya Colemêrgê Selma Irmak, li 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê birêve çû.

Desteya dadgehê bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê” kiriye, 10 sal cezayê girtîgehê da Irmak, ku niha di girtîgehê de ye.

Ji aliyê din ve, HDPê ragihand, ku di encama şêwira li gel rêxistinên bajaran, biryar dane di hilbijartinên serokatiya parlamentoyê de, Selma Irmak weke namzetê partiyê nîşan bidin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.