Îraq hîn jî hêzên leşkerî dişîne deverên Kurdistanî

wezareta pêşmerge hişdarî dide
کوردستان TV
100%

 

Wezareta pêşmerge dibêje niyeta Îraqê gelek xirabe.

Berdevkê Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê Helgord Hîkmet ragihand, niyeta hêzên Iraqî yên ku li deverên Kurdistanî kom bûne, xirab e lê bila bizanin ku dê rastî bersiva hêzên Pêşmerge bên.

Berdevkê Wezareta Pêşmerge Helgord Hîkmet li ser rewşa dawî ya gef û tehdîdên Iraqê li dijî Kurdistanê  diyar kir ku niyeta hêzên Iraqî yên ku li deverên Kurdistanî kom bûne, xirabe çimkî dixwazin pêşde bên.

Helgord Hîkmet her wiha got, lê em gelê Kurdistanê piştrast dikin ku eger ew xeletiyekî biçûk bikin dê rastî bersiva hêzên Pêşmerge bên û li Pirdê, Zumar û deverên din çi hat serê wan dê li wan deran jî were serê wan.

Berdevkê Wezareta Pêşmerge anî ziman ku Bexda wisa hizir dike ku divê tenê Kurdistanê qanûnan bicîh bîne û got, lê ji bîra wan çûye ku ew bixwe qanûn û Destûrê binpê dikin. Li gorî Destûrê, hêzên Pêşmerge beşek ji sîstema parastina Iraqê ne.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.