Rojnamegera kurd a girtî ji Swisreyê xelata azadiya ramanî wergirt

Rojnamegera Kurd xelateke girîng wergirt
کوردستان TV
100%

 

Zehra Dogan a rojnameger û wênesaz ku li girtîgeha tîpa Eyê ya Diyarbekirê girtiye, ji aliyê saziya bi navê Freethinkers (Yên Azad Difikirin) ve bi xelata azadiya ramanî hat xelatkirin.

Li gor agahiyên berdest xelat roja Yekşemê dê li bajarê Zurîh a Swîsreyê bi merasîmekê were dayin. Dê xelatê li ser navê Dogan hevala ya ku li Fransa dijî ya bi navê Naz Oke bistîne.

Zehra Dogan di sala 2016an de pevçûnên li bajarê Nisêbînê yê bi ser Mêrdînê ve şopandin û kirin nûçe. Dogan piştî ku ji Nisêbînê derket di meha Temûzê de hatibû grtin û 5 mehan di hepsê de mabû. Dogan piştî ku serbest hate berdan di Hezîrana 2017an de dîsa hate girtin û 33 meh cezayê hepsê lê hate birîn. Dogan ji ber nûçeyeke ku çêkiribû û wêneyekî xêzkiribû dihat darizandin.

Freethinkers a ku navenda wê li Swîsreyê ye di sala 1908an de hatiye damezrandin û di mijarên wekî sekûlerîzmê de xebate dike. Ev xelata bi navê "Ya(ê) Azad Difikire" cara ewil di sala 2015an de hatiye dayin û dê îsal cara duyem were dayin.

Xelata îsal di navbera Zehra Dogan û rojnamgera Îranî Masîh Alînejad de dê were parvekirin. Alînejad jî ji bo serwîsa Farîsî ya Dengê Amerîkayê kar dike û li ser Facebookê rûpelekî bi navê My Stealthy Freedom (Azadiya Min a Nepen) sazkiribû ku tê de wêneyên jinên Îranî yên servekirî parvedikirin.

Di merasîma xelata îsal de, dê pêşangehe wêneyên ku Zehra Dogan di dema ku ketibû hepsê û li derve çêkiribûn were li darxistin.

Sputnik

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.