Kerkûk bûye weke bajarê Qomê yê Îranê

artêşa Îraqê kerkûk kiriye weke bajareke Îranî
کوردستان TV
100%

 

Artêşa Îraqê û heşda şebî kolanên Kerkûkê bi wêneyênXumeynî dixemlînin.

Bajarê Kerkûkê, rastî zincîreyek kiryarên tundiyê û nearamiyê hatiye. Wek desteserkirina bêserûber, revandin, talankirin û destdirêjî ser mal û milkên welatiyan bi awayekî eşkere.

Efserekî polîsê Kerkûkê ji rojnameya Qudis ya Erebî re got: Binpêkirinên milîsên Heşda Şeibî yên ser bi Îranê ve, li taxên Kerkûkê gellekî zêde bûne.

Wî efserê ku nexwest navê wî bê eşkerekirin got jî: Rojek derbas nabe ku tawaneke wan milîsan li dijî xelkê sivîl bi taybet Kurd û Erebên sunne çênebe.

Heman efserî tekez kir: Ne tenê milîsên Heşda Şeibî tawan dikin, lê serbazên artêşa Iraqê jî binpêkirinan dikin.

Li gorî zanyariyên wî efserî, kiryarên desteserkirina xortên Kurd bê fermaneke dadwerî, revandina mamosteyên olî ku piraniya wan ji pêkhateya sunnî ne û destdirêjî li ser mizgeftan bi awayekî berçav ji aliyê wan milîsan ve tên kirin.

Herweha wî efserî diyar kir, ku çekdarên Heşda Şeibî alên şî'eyan û wêneyên lêvegerên şî`e, bi taybet jî wêneyên Xumeynî û Xamineyî û Sîstanî û Qeys Xez'elî li nav bajar bilind kirine.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.