Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniya xwe de ragihand ku di dema operasyona Mûsilê de DIŞIê 741 sivîl bi rêbazên înfazî qetil kirin.
Neteweyên Yekbûyî (NY) di daxuyaniya xwe de ragihand ku di dema operasyona Mûsilê de DIŞIê 741 sivîl bi rêbazên înfazî qetil kirin. Milîtanên DAIŞê di serdema operasyonê de sivîl revandin, sivîl wekî mirtalên zindî bi kar anîn û bi zanabûn mal bombebaran kirin.
Komîserê Bilind ê Mafên Mirov ê Neteweyên Yekbûyî Zeîd Raad el Huseyn di axaftina xwe de got: "Li gorî daneyên berdestê me di serdema operasyonê de 461 sivîl ji aliyê artêşa Iraq û Amerîkayê ve hatin kuştin. Di êrişên DIŞIê û pevçûnan de 2 hezar û 521 sivîl hatin kuştin û hezar û 673 sivîl jî birîndar bûn."
Zeîd Raad el Huseyn di berdewamiya axaftina xwe de got: "Divê hêza navendî ya Iraqê jî îdîayên derheqê xwe de vekolîne. Kî ji van karê qirêj berpirsyar be divê hisab bide."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin