Nêçîrvan Barzanî û balyozê Amerîkayê civiyan

Nêçîrvan Barzanî û Douglas behsa rewşa Kurdistan û Îraqê kir
کوردستان TV
100%

 

Di civînê de her du alî behsa rewşa Kurdistan û Îraqê kirin.

Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê Douglas Siliman kir.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê û herwiha konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bûn, balyozê Amerîkayê Douglas Siliman diyar kir ku bo ji nav birina DIŞIê û herwiha dabîn kirina aramiya hertimî li deverê de Kurdistaneke bihêz di çarçoveya Îraqeke yekgirtî û federal de lazime.

Douglas herwiha diyar kir ku Amerîka daxwaz ji tevahiya part û aliyên siyasî yên Kurdistanê dike daku piştgîriya hikûmet û parlementoya Kurdistanê bikin jiber ku hewl bo çareser kirina kêşeyên heyî didin.

Douglas diyar kiriye ku Amerîka berdewam dibe li ser hevkarî kirina tevahiya aliyan bo çareser kirina kêşeyên heyî di çarçoveya destûra bingehîn ya Îraqê de.

Nav hatî herwiha daxwaz ji hikûmeta Kurdistanê jî kir daku hewlên xwe yên li gel Bexdayê bo aram kirina rewşê bidomîne.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.