Theresa May: Lazime Kurd bo serxwebûnê giftûgo bike

Brîtanya dibêje lazime Bexda û Hewlêr li ser serxwebûnê giftûgo bikin
کوردستان TV
100%

 

Serokwezîra Brîtanyayê dibêje lazime Hewlêr û Bexda li ser serxwebûnê diyalogê bikin.

Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May di gotareke xwe de yaku di civîna heftane ya di navbera parlemen û hikûmetê de pêşkêş kiriye, gotiye: Lazime Hewlêr û Bexda derbarê serxwebûnê de giftûgo bikin.

May herwiha eşkere kir ku beriya lidar xistina referandumê, Brîtanya daxwaz ji Hewlêr û Bexdayê kiribû ku lazime bicivin û diyalogê bikin û niha jî piştî lidar xistina referandumê em heman tiştê dubare dikin û dibêjin lazime Hewlêr û Bexda bicivin û li ser serxwebûna Kurdistanê û kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê de giftûgo bikin û bigehêjin lihev kirineke siyasî.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.