Heşda şebî rê nade 250 hezar aware vegerin ser malên xwe.
Rojnameya Erebî ya Elcedîd di hijmara xwe ya roja 2ê Mijdarê de raportek derbarê kiriyarên çeteyên heşda şebî û artêşa Îraqê de belav kiriye û tê de nivîsandiye; artêşa Îraqê û çeteyên heşda şebî rê nadin welatiyên ku aware bûne vegerin ser mal û warên xwe.
Di berdewamiya raporta han de hatiye diyarkirin ku ew welatiyên han şêniyên wan deveranin ku di dema êrîşên terorîstên DIŞIê de aware bûne û piştî azad kirina deverên wan biryar bû vegerin ser war û cêyên xwe.
Lê niha artêşa Îraqê û çeteyên ser bi heşda şebî rê nadin ku welatiyên han yên ku hijmara wan zêdetire ji 250 heza kesan vegerin ser warên xwe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin