Hilbijartinên Îraqê tên paş xistin

qasim silimanî hilbijartinên Îraqê paş dixe
کوردستان TV
100%

 

Qasim Silimanî Ebadî razî kiriye daku hilbijartinên Îraqê werin paşxistin.

Rojnameya Ukaz ya Siûdî belav kiriye ku zaniyariyên piştrast kirî di destê wan de hene ku Qasim Silimanî yêku çekdarekî Îraniye û li Îraqê jî kar dike, zext li Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî kiriye daku razî bibe hilbijartinên Îraqê werin paşxistin.

Li gor vê rojnameya han Qasim Silimanî boku bikarêbe hinceteke zagonî bo beşdarî kirina çeteyên heşda şebî di hilbijartinan de bibîne, zext li Serokwezîrê Îraqê kiriye daku hilbijartinên Îraqê yên ku biryare di meha gulanê de werin lidarxistin paşde bixe.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.