Rewşa awarte ya li Fransa, ku di meha Tîrmehê de cara şeşan hatibû dirêj kirin, îro di 1’ê Mijdarê de bi dawî bû.
Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron, bi rêya twitteke li ser pêgeha fermiya xwe diyar kir ku îro rewşa awarte li Fransayê bidawî hatiye.
Macron nivîsiye; Soz hate girtin: Rewşa Awarte ya ewlekarîya hemwelatîyên me xurttir dikir, di 1’ê Mijdarê de bi dawî dibe. Li şûna rewşa awarte, qanûna ewlekarî ya nû ji alîyê Macron ve hat îmza kirin û ket meriyetê.
Wezîrê Navxweyî yê Fransa Gerard Colomb, piştî îmzakirina qanûnê da zanîn ku li gefa mezin ya terorê didome.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin