Reuters: Rûsya Kurdên Sûriyê vedixwîne konferansa derheqa Sûriyê

Rûsya Kurd bo civînên Sûriyayê vexwand
کوردستان TV
100%

 

 

Ajansa Reuters'ê ragihand ku rêvebiriya Kurdan li bakurê Sûriyê ji aliyê Rûsya ve, ji konferanseke komên etnîkî li Moskowê hatiye vexwendin.

Karbidestekî Rûsî vê heftê gotibû ku armanca konferansê ew e ku çareserîyeke lihevkirî ya sîyasî ji kêçeya Sûrî re bibîne.

Şêwirmendê rêvebiriya otonomiya Kurdî ya li bakurê Sûriyê, Bedran Çiya Kurd ji Reutersê re got ku ew hizra xwe li ser konferansê dikin û heta niha nêrîna wan erêniye.

Wî da zanîn ku vexwendina fermî di dema hevdîtinên ligel karbidestên Rûsî de, meha borî li bakurê Sûriyê ji wan re hate pêşkêş kirin.

Ajansa RIA ya Rûsî roja Yekşemê ragihand ku Moskow di meha Mijdarê de hizra darxistina konferanseke berfireh dike û plan dike komên etnîk yên Sûrî, bi amadekirina destûreke nû bîne ba hev.

Heta niha nayê zanîn ku di şerê Sûrî ya piralî de kîjan rêxsitin yan kom dê ji wê konferansê re bêne vexwendin.

Konferansa ku cara yekê Serokê Rûsî Vladimir Putin meha çûyî qala wê kiribû, dibe ku li bajarê Soçî ya li berava Derya Reş were kirin.

Dîplomatê Rûsî Alexander Lavrentyev jî ragihandibû ku dibe ew konferans li bingeha Humeymîm ya Rûsî li Sûrîyê were darxistin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.