Konvoyên alîkariyê yên NY'ê hetin hindurê Guta ya Şamê

NY karwaneke din alîkarî bo Sûriyayê şand
کوردستان TV
100%

 

 

Konvoyeke alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Heyva Sor ya Sûriyê ketin hindurê Guta ya dorpêçkirî ya Şamê.

Ji Tîrmeha 2016’an vir ve cara yekê alîkarî gihaşt 40,000 sîvîlên li Guta.

Li gor karmendên saziyên alîkariyê, hikûmeta dorpêça li ser Guta xurt kiriye û sîvîlên li wir, li ber sînorê birçîbûnê ne.

Kordînasyona Alîkariya Mirovî ya NY (OCHA) ji Twitterê ragihand ku ketiye hindurê taxên Kafra Batna û Sakba.

Hevya Sor ya Sûriyê jî ji Twitterê dîyar kir ku 49 kamyon alîkarî gihaştiye herêma Guta.

Berdevkê OCHA Jens Laerke da zanîn ku bo 40,000 kes derman û xwarin birine. NY cara dawî di Tîrmeha 2016’an de ketibû hindurê Guta.

Sindoqa Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku li Guta Rojhilat 1200 xwarê têr naxwin û 1500 zarokên din jî bi vê rîskê re rû bi rû mane.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.