Dadgeha Destûra Bingehîn a Îspanyayê ragihandina serxwebûna Katalonya betal kir

dadgeha Spanyayê biryarek derbarê serxwebûna Katalonyayê de der kir
کوردستان TV
100%

 

Berdevkê Dadgeha Destûra Bingehîn a Îspanyayê ragihand ku, dadgehê ragihandina serxwebûnê ya ku Parlamentoya Herêmî ya Katalonya ragihandibû betalkiriye.

Berdevk herwiha da zanîn ku Dadgeha Makezagonê, Berdevkê Parlamentoya Katalonyayê û parlamenterên din yên payebilind di 2-3ê Mijdarê ji bo îfadeyê vexwendine.

Piştî bi saetan ragihaandina serxwebûna Katalonyayê ya yek alî Madrîdê qanûna 155. Xistib3u meriyetê û parlamentoya Katalonyayê fesih kiribû, Serokê Katalonyayê Carles Pûîgdemont û hikûmeta wî ji wezîfeyê bi dûrxistibû û herwiha ragihandibû ku dê li herêmê di 21 Cotmehê de hilbijartinên nû werin lidarxistin.

Serokê Katalonyayê Carles Pûîgdemont jî biryara Madrîdê red kiribû û bang li hemwelatiyan kiribû ku "berxwedanên aştiyanê" pêkwerînin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.