Amerîka şîrketên Rûsyayê tehdîd dike

amerîka gef li kompaniyên rusî dike
کوردستان TV
100%

 

 

Amerîka gef û gura li şîrketên Rûsyayê dixwe û wan tehdîd dike. Wezareta karê derve yê Amerîkayê beyan kir ku ew dikarin ambargo deynin ser 39 şîrket û rêxistinên Rûsyayê.

Ji wezaretê, bi nivîskî hat beyankirin ku ew 39 şîrket di hilbijartina serokkomariya Amerîkayê de ku di meha 11an ya salaborî de çêbû bû, mudaxele kirine û di mijara Ukraynayê de bûne sedemê mudaxeleyan.

Ji ber van her du mijaran, Amerîka dikare pêşî li van 39 şîrketan bigre û navê şîrket û rêxistinan di lîste ya xwe de aşkera kir.

Navên şîrket ên ku di lîstê de hatiye aşkerakirin, Amerîka dibêje ku ew ji bo artêşa Rûsya û îstîxbarata Rûsyayê dixebitin.

Bi îhtîmaleka mezin wê kiryar yekser destpebikin. Yek ji rêvebirên wezareta karê derve ye Amerîkayê kunaxwaze navê xwe aşkera bike dibêje; wê ew lêkolînên serbixwe li ser şîrketan bikin. Şîrket di dinyayê de çi pere şandine ku derê û bazirganiya wan bi ku derê re hene, hemû kontrol bikin û bi hevkarên xwe bişêwirin.

Dibe ku kiryarên li dijî şîrketan di 28.01.2018an de destpêbike. Hem dibe ku Amerîka ji hevkarên xwe daxwaza kiryaran bixwaze da li hember wan tedbîran bistînin.

Berdevkê wezareta karê derve yê Amerîkayê Heather Nauert ragihand ku wezîrê karê derve Rex Tillerson lîstê erê kiriye û şandiye Kongre ya Amerîkayê.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.