Amerîka: Barzanî kesayeteke dîrokî ye

wezareta derve ya Amerîkayê daxuyaniyek weşand û behsa rola Serok Barzanî kir
کوردستان TV
100%

 

Wezareta Derve ya Amerîkayê daxuyaniyek ji bo rewşa dawî ya Herêma Kurdistanê da û tê de biryara Serokê Herêma Kurdistanê ya destjikarberdanê bi erênî pêşwazî kir û teqez kir ku Barzanî kesayeteke dîrokî û serokekî wêrek ê gelê xwe ye.

Berdevkê Heather Nauert‏ê daxuyaniyek weşand û tê de ragihand ku "li bendê ne ku serokên nû yên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê bi awayekî çalak beşdar bibin daku nakokiyên xwe di çarçoveya destûra Iraqê de çareser bikin."

Herwiha Nauert‏ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, "DYAyê bi kêfxweşî pêşwaziya biryara Mesûd Barzanî dike ku nexwestiye dema serokatiya wî were dirêjkirin û desthilata wê postê li ser saziyên birêveberiya herêmê werin parvekirin û wiha dewam kir: "Barzanî kesayetiyeke dîrokî ye û serokekî wêrek ê gelê xwe ye û di vê dawiyê de (hevkarê me) bû di şerê li dijî DIŞI de. Ev jî nîşan dide ku di demên zehmet e, helwestên siyasetvanên dewletan nîşan dide."

Ji aliyê din ve, Nauert‏ê diyar kir ku DYA li bendî wê yekê ye ku bi awayekî çalak li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê wî Qubad Talabanî bixebitin û wiha dewam kir: "Herêmeke Kurdistanê ya xurt di nava Iraqeke federal û yekgirtî de gelekî giring e ji bo  istiqrareke demdirêj û qayimkirina têkbirina DIŞIê. "

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê bangî hemû partiyên Kurdistanê kir ku piştgiriya Birêveberiya Herêma Kurdistanê bikin û xwe ji hilbijartinên 2018an re amade bikin.

Di dawiyê de rayedara amerîkî teqez kir ku dê her bi hemû aliyan re bixebitin û wiha got: "Êdî dem hatiye ku hemû alî li siberojê binerin û li ser bisekinin ku bi awayekî aştiyane hemû nakokiyên xwe li gorî destûra Iraqê çareser bikin."

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.