Mesrûr Barzanî: Em dikarin bi diyalog û çareseriya aştiyane qirîza han derbas bikin

Mesrûr Barzanî dibêje em dixwazin bi diyalogê kêşe werin çareserkirin
کوردستان TV
100%

 

Mesrûr Barzanî li gel Balyozên Franse û Almanyayê civiya.

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Balyozê Franseyê yê li Bexdayê Bronu Ubert û Balyozê Almanyayê yê li Bexdayê Cyril Nonn û şandeke li gel wan civiya.

Di civînê de wan her du Balyozan tekez li ser dom kirina têkiliyên welatên xwe li gel Kurdistanê kir û anîn ziman ku ji bo ku aştî û aramî li deverê de hakim be, Franse û Almanya di hewldanên xwe yên bo miyancîgeriya navebra Hewlêr û Bexdayê û piştgîrî kirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê li ser esasê destûra Îraqê berdewam dibin.

Derbarê rewşa dawî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî behsa leşkerkeşiya artêşa Îraqê û çekdarên heşda şebî kir û got:  Ew lêv û tevgerên leşkerî bo xwe binpê kirina destûrê ye.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku Kurdistan daxwaza aramî û asayîşê dike û me pê xweşe ku bilez bi piştgîriya civaka cîhanî diyaloga navbera Bexda û Hewlêrê ya di warê leşkerî de bo diyaloga ware siyasî û îdarî were guhertin.

Mesrûr Barzanî di beşeke din ji civîna han de behsa rewşa dawî ya li deverê û têk birina terorîstan kir û anî ziman ku Kurdistan di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî ya li dijî terorê de girêdayê şerê dijî teror û tundûtîjiyê ye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.