Serok Barzanî pêşwaziya her dû Balyozên Almanya û Franseyê kir

Serok Barzanî dibêje em ne şerxwazin
کوردستان TV
100%

 

Îro  li Selahedînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozên Franse û Almanyayê yên li Bexdayê kir.

Li Selahedînê Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Franseyê yê li Bexdayê Bronu Ubert û Balyozê Almanyayê yê li Bexdayê Cyril Nonn û şandeke li gel wan kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlekarî ya Iraq û Kurdistanê û her wiha guhertinên dawî û êrîşên hêzên Heşda Şebî û hêzên Iraqî li ser Kurdistanê hatin nirxandin.

Herwiha Balyozên Almanya û Franse, ji bilî diyar kirina dilgiraniyên xwe li hember aloziyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de,  ew yek jî ji Serok Barzanî re ragihandin ku hilgirê peyama dostayetî û berjewendiya hevbeşê welatê xwe ne ji bo xelkê Kurdistanê.

Her di vê hevdîtinê de her dû Balyozên Almanya û Franse tekez li ser girîngiya pêgeha Herêma Kurdistanê kirin û ragihandin ku ji nêzîk ve çavdêriya rewşê û hemû cûre rêkkeftin û danustandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dikin û hêvî xwestin kêşeyên heyî bi giftûgoyê çareser bikin.

Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî jî spasî helwesta Almanya û Fransa kir û di gotara xwe da rewşa meydanî û pêşhatên dawî û her wiha proseya siyasiya Herêma Kurdistanê ji bo şanda mêvan şîrove kir.

 Di derbarê alozî û pêkdadanên di navbera Hewlêr û Bexda Serok Barzanî wê yekê dûpat kir ku siyaseta Herêmê diyalog û guftûgo û çareserkirina kêşeyane bi awayeke aştiyane lê belê eger Bexda berdewam bê li zimanê şer û gef û xwesepandin û şikandina kerameta gelê Kurdistanê ewe xelkê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge bi hemû şiyanek ve berevaniyê li keramet û rûmeta Kurdistanê dikin.

Serok Barzanî îcraat û şer xwestina Hikûmeta Iraqê û mîlîşiyayên bi neyasayî û nedestûrî wesif kir û ragihand ku li gor destûr bi tu awayekî nabê hêzên serbazî ji bo nakokiyên siyasî û li dijî gelê Kurdistanê bikarbînin.

Serok Barzanî tekez jî li wê yekê kir ku em ne li gel xwînrihtinê ne û li çend rojên derbasbûyî da pêşrewî û niyeta xerapa Hikûmeta Iraqê wiha kir ku Pêşmerge berevaniyê bike û şer bike.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.