Tillrson: Min bi awayekî berfire li gel Serokê Kurdistanê giftûgo kir

Tillerson behsa giftûgoya xwe ya li gel Serokê Kurdistanê dike
کوردستان TV
100%

 

Wezîrê derve yê Amerîka dibêe pêwendiyeke telefonî dûrûdirêj li gel Serokê Kurdistanê pêk aniye.

Wezîrê derve yê Amerîkayê  Rix Tillrson ragehand ku, piştî bi dawîbûna civîna wî li gel Heyder Ebadî pêwendiyeke telefonî derbarê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li gel serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî encam daye.

Di kongreyeke rojnamevanî de li Cunevê Wezîrê derve yê Amerîkayê  Rix Tillrson ragehand ku, hikumeta welatê wî amade ye alîkariya Hewlêr û Bexdayê bike ku, bi rêyên aştiyane bigehene çareseriyeke erênî.

Herwiha Wezîrê derve yê Amerîkayê  Rix Tillrson aşkere kir ku, wî daxwaz ji serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kiriye destpêşxeriya Hewlêrê qebûl bike.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.