Ji Amerîka raporta DIŞIê: Tirkiyê di rêza yekemîn de cih digire

Tirkiye bûye buheşta terorîstên DIŞIê
کوردستان TV
100%

 

 Saziya fikrî ya Amerîkî Soufan Centerê raportek bi navê ‘Şervanên biyanî û tehdîda wan a vegerê' belav kir.

Li gorî saziya fikrî ya Amerîkî Soufan Centerê herî kêm 5 hezar û 600 çekdarên biyanî yên rêxistina terorîst a DIŞIê vegeriyan malên xwe. Tirkiye di rêza yekemîn de ye.

Li gorî raportê li Tirkiyeyê 7 hezar û 240 kes bi tohmeta endamtiya DIŞI û El Qaîdeyê hatin binçavkirin an jî hatin girtin.

Li gorî raportê ku dispêre daneyên Wezareta Derve ya Tirkiyeyê, 900 welatiyên tirk jî bêyî astengiyekê vegeriyane welatê xwe. Di nava 33 welatên ku milîtan şandine Sûriyeyê de Tirkiye di rêza 7emîn de ye.

Di berdewamiya raportê de tê gotin ku piştî koalîsyona navneteweyî dest operayonên hewayî dike tevlîbûna rêxistina terorîst di sala 2015an daketiye asta herî kêm.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.