Senatoya Îspanya bo kêmkirina desthilata Katalonya dicive

Ispanya hewlên xwe yên li dijî Katalonyayê didomîne
کوردستان TV
100%

 

 

Senatoya Îspanya dê îro Înê bo biryara sînordarkirina desthilata Rêvebirîya Herêma Xweser ya Katalonya dicive.

Hikûmeta Îspanya, dê xala 155’an ya qanûna bingehîn derxîne dengdanê.

Xala 155’an, rê dide hikûmeta neteweyî ku di rewşeke bi kêşe de dest deyne ser rêvebirîyên xweser.

Di rojeva senatoya Îspanya de, jikardûrxistina Serokê Herêma Xweser ya Katalonya Carles Puigdemont, hilbijartina pêşwext ya li herêmê û destdanîna ser butçeya Katalonya, hêza ewlekarî û medya giştî heye.

Serokwezîrê Îspanya Mariano Rajoy dîyar kiribû ku divê desthilata rêvebirîya Katalonya were sînordar kirin û gotibû ku ‘’wekî din ti rê neman’’

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.