Artêşa dagîrker û çeteyên ser bi Îranê êrîşên xwe didomînin

êrîşên terorîstan bi çekên Amerîkî bo ser Kurdistanê didomin
کوردستان TV
100%

 

Civata ewlekariya Kurdistanê dibêje çete û artêşa dagîrker bi çekên Amerîkî êrîşî Kurdistanê dikin.

Civata ewlekariya Kurdistanê derbarê êrîşên îro yên artêşa dagîrker û çeteyên ser bi Îranê bo ser Kurdistanê daxuyaniyek weşand û eşkere kir ku îro danê sibê artêşa dagîrker û çeteyên ser bi Îranê li çend aliyan ve bi çekên Amerîkî êrîşî ser Kurdistanê kirine lêbelê hêzên pêşmerge bi tundî bersifa wan êrîşan daye û tevahiya êrîşên han hatine pûçkirin.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku di encama bersif dayîna hêzên pêşmerge de herî kêm 3 tank, 5 tirimbîlên zirxî yê bi navê Humfî û tirimbîleke din yê ji cureya Bajer hatine têkbirin û şewtandin.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku artêşa dagîrker û çeteyên ser bi Îranê bi çek û cebelxaneyên Amerîkî êrîşên ser bo ser Kurdistan û sengerên hêzên pêşmerge didomînin û ew yek jî bi eşkere binpê kirina destûra Îraqê ye.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.