Li Zumarê hêzên pêşmerge pişt li artêşa dagîrker û çeteyên Îranê şikand.
Îro danê sibê li mihwera Zumarê artêşa dagîrker û çeteyên ser bi rejîma Îranê bi mebesta dagîr kirina deriya sînorî ya Sihêla êrîşî ser hêzên pêşmerge kirin lêbelê êrîşa wan tarûmar bû.
Di vê derbarê de Fermandarekî hêzên pêşmerge diyar kir ku li gel destpê kirina êrîşên terorîstên Îranî û artêşa dagîrker, hêzên pêşmerge dest bi berxwedan û bersifdayînê kirin û di encam de derbên gelek dijwar li terorîstên Îranî û artêşa dagîrker hatin dayîn.
Ew fermandarê pêşmerge diyar kir ku di encam de herî kêm 45 terorîstên Îranî û çekdarên artêşa dagîrker hatin kuştin û 75 terorîst û çekdarên dagîrker jî birîndar bûn.
Herwiha balefireke bêyî pîlot ya terorîst û dagîrkeran jî ji aliyê hêzên pêşmerge ve hatiye xistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin