Xamaneyî bo Ebadî: Baweriya xwe bi Amerîkayê neyne

Îran û Îraq vê li dijî Amerîkayê tevbigerin
کوردستان TV
100%

 

 

Rêberê Olî yê Îranê li Tehranê  li gel serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiya û jêre got: "Ti caran baweriya xwe bi Amerîkayê.

Li gor medyaya Îranê belavkirî Xamaneyê ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî qebûl kir, piştgirî da hewldanên hikûmeta Iraqê yên ji bo yekrêziya Iraqê û diyarkir ku Iraq di cîhana erebî de dewleteke giring û kartêker e.

Xamaneyî da zanîn ku ew piştgiriyê didin hikûmeta Iraqê ku têkiliyên xwe bi dewletên cîran û dewletên herêmê û weha pê de çû: Di heman demê de divê hûn li hîleyên Amerîkayê baldar bin û tu wextî hûn li wan ewle nebin. Amerîka bi xwe DIŞI afirand lê belê piştî ku terorîstên DIŞIê li hember Iraq û gelê wê têkçûn ew jî dixwazin ku xwebi heman awayî nîşan bidin û derbeyekê li gelê Iraqê bidin."

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.