Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir ku ji %90î zêdetîr axên Suriyê ji terorîstan hatine paqijkirin.
Pûtîn got: "Ez leşkerên me yên ku beşdarî operasyona dij terorê ya li Suriyeyê bûne dixwazim dîsa pîroz bikim. Bi saya wêrekiya wan û çalakiyên wan yên profesyonel em biserketin ku rewşa wî welatî ji binî ve biguherin. Ji %90î zêdetir axên Suriyê ji terorîstan hat paqijkirin.
Serokê Rûsya bibîranî ku li Suriyê, bi hevkariya nêz ya hikûmeta Suriyê û partnerên biyanî herêmên hêmin avakirine. Pûtîn anî ziman ku bi saya vê yekê wan piştgiriya pêvajoya aştiya sivîl kirine û weha pê de çû: Dixwazim balê bikşînim ser û bêjim ku, terorîstên li Suriyê, ne çetene wisa hêsanin ku hatine cem hev, xwedî perwerde û baş hatine arastekirin û bi awayekî comerdiyane jî hatine fînasekirin û motîve kirin.
Çalakiyên leşkerî ku li hember van terorîsatan tên meşandin, nîşan didin ku Hêzên Rûsya yên Fezayî û Hewayî, artêşa Rûsya û armadaya Rûsya bi awayekî bi qelîte bipêşketine.
Ji aliyê din ve Pûtîn da zanîn ku divê ew vê potansiyela heyî zêdetir bikin, pergalên nû yên çekan geşebidin û çalakiyên perwerdehiya herbê zêdetir û baştir bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin