Dillon: Diyalog baştirîn bijardeye bo Hewlêr û Bexdayê

hevpeymaniya cîhanî daxuyaniyek derbarê aloziyan de weşand
کوردستان TV
100%

 

Berdevkê fermî yê hêzên hevpeymanê navnetewî yê dijî rêxistina terorîst a DIŞIê ragehand, ew dijî bikaranîna tundiyê ne di navbera Kurdistanê û Iraqê de.

Îro 25.10.2017ê berdevkê hevpeymana navnetewî ya dijî DIŞIê Ryan Dillon ragehand, hêzên hevpeyman daxwaz li Pêşmerge û artêş û milîsên Iraqê dike xwe ji tengezariyên zêdetir biparêzin.

Ryan Dillon ragehand, giftûgo û danûstandin di çarçoveya destûra Iraqê bijardeya herî başe bo çareseriya nakokî û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexda de.

Berdevkê hevpeymanan radigehîne ku hêzên hevpeyman dijî bikaranîna tundiyê ne di navbera hikûmeta Iraqê û herêma Kurdistanê de û got: Em daxwaz dikin seqamgiriya eniya şerê dijî DIŞIê têknebin.’’

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.