Li Kobanê zêdetir ji 150 hezar pirtûk hatin belav kirin

Xwendekarên Kobanê bê pirtûk nabin
کوردستان TV
100%

 

Beriya niha zêdetir ji 84 hezar Xwendekar bêyî pirtûk diçûn debistanan.

Hat ragihandin ku dibistanên Kobaniyê 150 hezar pirtûkan werdigirin û li xwendekaran belav dikin.

Li gor ragihandinên çavkaniyeke ji Kobaniyê, Desteya Perwerde û Xwendinê 150 hezar kitêbên xwendinê li xwendekarên dibistanên Kobanî belav kirine. Li gorî zanyariyên ku ji Desteya Perwerdeyê hatine ragihandin, dibistanên Kobanî di 24ê Îlona borî de hatine vekirin û 84 hezar xwendekar li Herêma Ferat bêyî kitêbên xwendinê dihatin perwerdekirin.

Desteya navborî sedema derengketina gihiştina kitêban wekî zehmetiya çapkirina kitêbên xwendinê li Rojavayê Kurdistanê û nebûna çapxaneyên pêşketî û nûjen dide nîşan. Desteya Perwerdeyê aşkerekiriye ku ev 150 hezar kitêbên xwendinê ji bo herdu qonaxên seretayî û amadeyî hatine belavkirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.